HSD: Li Dêrezorê 11 sivîl şehîd ketin

Hewlêr (Rûdaw) – HSDyê ragihand ku di topbaranên komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê ji şeva çarşemê heta sibeha pêncşemê êrişî çend deverên cuda yên Dêrezorê kir.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv da êrişan û çekdar neçar man vekişin.

Çekdaran şeva borî careke din bi topan êrişî rojhilatê Dêrezorê kir. 

HSDyê têkildarî êrişên çekdarên Hikumeta Sûriyeyê yên li rojhilatê Dêrezorê daxuyaniyek weşand.

“11 sivîl şehîd ketine”

HSDyê êrişên çekdaran wekî komkujiyê pênase kirin û got:

“Hêzên rejîmê li gundên Cidêde Bagara û Dehleyê komkujiyeke din pêk anî.

Di encama topbaranê de heta niha 11 sivîl şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniyê navên şehîd û birîndaran wiha ne:

Şehîd

- Rehef Îsmaîl El Ebûd (12)

- Nadiye Xidir El Mihemed (18)

- Hind Ferhan El Ebûd (30)

- Aya Îsmaîl El Ebûd (8)

- Nadîn Silîc El Ibêd (22)

- Yas Yasîn El Zeer (37)

- Mariya Yasîn El Zeer (12)

- Selwa Yasir El Zeer (5)

- Rexed Mihemed El Zixîr (22)

- Şam Beşar El Zixîr (8 mehî)

- Îlaf Beşar El Zixîr (Salek û nîvî ye)

Birîndar

- Elî Hesen El Damin (12)

- Melek Ebûd El Hisên (25)

- Sûriye El Ebûd (50)

- Fehid Îsmaîl El Ebûd (15)

- Melek Îsmaîl El Ebûd (6)