HSD: Me tola şervanên Qamişloyê hilda

Hewlêr (Rûdaw) – HSDyê ragihand ku wan di navbera Til Temir û Serêkaniyê de 6 çekdar kuştine.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan ev çalakî ji bo “tolhildana şervanên ku li Qamişloyê di êrişeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dabû” li dar xistiye.

Navenda Ragihandina HSDyê da zanîn ku wan 7ê Tebaxê di navbera Til Temir û Serêkaniyê de, li gundê Erîşayê bi ser komek çekdar de girtiye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê di encama biserdegirtinê de 6 çekdar hatine kuştin û şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê canê xwe ji dest daye.

HSDê amaje pê kir ku Tirkiyeyê 3ê Tebaxê bi dronan êrişî Qamişloyê kiriye û wan ev çalakî ji bo “tola" şervanên ku di wê êrişê de canê xwe ji dest daye li dar xistiye.