Gultan Kişanak, di bin çavdêriya cendirmeyan de beşdarî şîna xwişka xwe bû
Hewlêr (Rûdaw) - Gultan Kişanaka ku ji sala 2016an ve girtî ye îro li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî cenazeyê xwîşka xwe Zeynep Ozerê bû.
Zeynep Ozera xwişka Gultan Kişanakê ev demek e ku ji ber nexweşiya gurçikan çareseriya bijîşkî werdigirt.
Zeynep Ozerê doh li Nexweşxaneya Xarpêtê koça dawî kir.
Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, îro di bin çavdêriya hejmareke zêde ya cendirmeyan de ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê birin Xarpêtê.
Kişanak, li Cemxaneya Ehlîbeytê beşdarî merasîma cenazeyê xwişka xwe bû.
Parlamentera YSPyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu, parlamenterê berê yê Dêrsîmê Alican Onlu û serokê berê yê Baroya Amedê Cihan Aydin jî beşdarî şîna Zeynep Ozerê bûn.
Kişanak ji 30ê Çiriya Pêşîn a 2016an ve hatiye girtin û ji wê demê ve li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye.
Bavê Kişanakê jî 7ê Tebaxa 2021ê koça dawî kiribû û Kişanak wê demê jî beşdarî merasîma bixakspartina bavê xwe bûbû.
Herwiha piştî koça bavê wê birayê wê Cumalî Ozer jî canê xwe ji dest dabû.