Çekdaran dîsa Eyn Îsa topbaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest da

09-08-2023
RÛDAW
Birîndarekî topbaranê
Birîndarekî topbaranê
Nîşan Eyn Îsa Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpên ser bi Tirkiyeyê ve, gundekî rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Grûpên çekdar gundê El Şirkêyê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û ji malbatekê 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di topbaranê de birîndar bûbûn birin Nexweşxaneya Reqayê.

Ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve, Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve li Eyn Îsaya Rojavayê Kurdistanê 5 komkujî pêk anîne.

Di van komkujiyan de bi dehan welatiyan canê xwe ji dest daye û bi dehan welatî jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst