Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di “Operasyona Pence-Kilîdê” de 5 leşkerên wan hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku li devera “Operasyona Pence-Kilîdê” ku dikeve nav axa başûrê Kurdistanê, PKKyê li dijî leşkerên wan çalakiyek kiriye.
Wezaretê, berê diyar kiribû ku di çalakiyê de 3 leşkerên wan ên bi navên Fatîh Ugur Altinbaş, Ugur Ozdemîr û Kemal Ozek hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya herî dawî, her du leşkerên birîndar jî mirin û hejmara leşkerên kuştî bû 5.
Leşkerên ku vê dawiyê mirine jî Mahmut Uçdag û Ozkan Lale ne.
“Operasyona Pence-Kilîdê” kengî dest pê kir?
Artêşa Tirkiyeyê roja 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên nav axa başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
“Operasyona Pence-Kilîdê” deverên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.
Ji wê demê ve, şerê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de li wan deveran berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse