Serê Kaniyê: Çekdarên Ehrar el-Şerqiyeyê 18 sivîl desteser kirin

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Ehrar el-Şerqiye Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê li ser sînor 18 sivîl desteser kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Serê Kaniyê çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê ya ser bi Tirkiyeyê ve 18 sivîl desteser kirine.

Di nav kesên ku hatine desteserkirin de jin û zarok jî hene ku wan dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibin.

Çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê ya ser bi Tirkiyeyê ve 18 kes birine cihekî nediyar.

SOHRê herwiha destnîşan kir ku 7ê Tebaxê jî li gundê Mebrûkeyê ya li rojavayê Serê Kaniyê, polîsên serbazî 8 kes desteser kirine ku wan dixwes bi rêya qaçaxçiyan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst