Serokê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd ji Ako Mihemed re sersaxî xwest

09-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) ji ber wefata Hacî Mihemed Elî Gerdî bavê Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê ji wî re sersaxî xwest.

Duh Duşembê 8ê Tebaxê, Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di rêya peywendiyeke telefonî de têkilî bi Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed kir û ji ber koça dawî ya bavê wî, ji wî re sersaxîx west.

Mihemed Hacî Mehmûd herwiha hevxemiya xwe bo Ako Mihemed û malbata wî derbirî û hêvî kir ku xema wan a dawî be.

Bavê Ako Mihemed Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, Hecî Mihemed Elî Gerdî roja Şembiyê 6ê Tebaxa 2022an li navçeya Soran a Hewlêrê di temenê 92 salî de koça dawî kir.

Ji ber wefa bavê wî, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û serkirdeyên partiyên siyasî û herwiha nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê di peyamên cuda de, ji Ako Mihemed re sersaxî xwestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst