Galeriya wêneyan

09-08-2022
18 Photos

Ji bo Suslu Bakir xwişa sermetran Aram Ateşyan piştî nêzikî 60 salan li Dêra Ermeniyan a Surp Giragos a Amedê merasîma cenazeyê hat lidarxistin.

Li Dêra Ermeniyan a Surp Giragos a ku di sala 2015an de di bûyerên xendeqê de xera bûbû û piştî nûjenkirinê di 7ê Gulanê de hatibû vekirin, ji bo Suslu Bakir a ku 92 saliya xwe de li navçeya Farqînê jiyana xwe ji dest da merasîmeke cenazeyê hat lidarxistin. Merasîmê Aram Ateşyan birêve bir.

Ateşyan piştî merasîmê axavtinek kir û got “Ez spasiya xwe pêşkêşî kesên ku beşdarî cenazeyê bûne dikim. Piştî 50-60 salan ev cara yekem e ku em cenazeyek ji vê derê radikin. Me di sala 2011an de li dêrê dawetek kiribû. Mixabin ji ber şer dêra me ziyan dîtibû. Ji aliyê wezaretê ve hat nûjenkirin. Em zarokên vê axê ne. Em bi Ermenî, Rûm, Suryan û Cihûyan re malbatek in. Li cihê ku hezkirin, hembêzkirin û li hev rêzgirtin hebe, em çima ji hev veqetin?”

Piştî axavtina Ateşyan cenazeyê Suslu bakir bi dengê zengilê ji dêrê hat derxistin û li Goristana Kevnar a Suryaniyan bi axê ve hat spartin.

 

Wêne: Azîz Aslan / AA