Li Amedê nexweşiyeke ecêb; golik kor dizên

09-08-2022
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Nexweşiya Ajelan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li seranserê Amedê û navçeyên wê ev demeke nexweşiyeke ku sedema wê nayê zanîn li nav golikan belav bûye. Li gor ajelvanan nêzîkî du sal in  bi rêjeyek zêde û metirsîdar çêlekên avis yan berdiavêjin yan jî di zayînê de golikên wan ji her du çevên xwe jî  nabîna tên dinyayê.

Li gundê Şemamiye yê ser bi navçeya Sûrê ya Amedê ve jî rewş heman e. Gund bi çar mezrayên xwe ve nêzîkî 150 mal in û temamê gundiyan ajelvaniyê dikin. Li vî gundî di her malekê de ji ber heman nexweşiyê yan çêlekên avis berî serê xwe zane û golikên wan mirine yan jî golikên wan nabîna hatine dinyayê.

Ajeldar Cahît Egîn dibêje “Di her malekê de ya golikên wan kor in yan jî çêlekan beravêtine û golikên wan mirine. Hema em dikarin bêjin di temaî gund de vê nexweşiyê heye.”

Ajeldar Aynûr Egîn got “Du sal e ev nexweşî ketiye nav ajelên me. Debara me jî nabe. Ajelên me wiha kor dibin em şepirze bûne.”

Tevî ku ev nexweşî du sal in heye û zirar û ziyana ajeldaran gihîştiye asteke xirab jî Rêvebiriya Xurek Çandinî û Ajelvaniyê ya Amedê ev e çend roj in difçûnek zanistî dane destpêkirin ku bi encama lêkolînê çevkaniya vê nexweşiya berbelav were diyarkirin. Ji ber wî ye ajelvanên Amedê heta niha  bi gotegotên di nav gel de vê nexweşiyê binav kirine û li gor zanîn û derfetên xwe li çarenûsê geriyane.

Ajeldar Çelebî anî ziman “Ji xwe çandinî bi me re eleqeder nabin. Berê çandinî salê du sê neqla dihatin îlaç dikir weke aşiya tebekê û zerikê û aşîya çîçekê dikirin. Niha em deh neqla telefon dikin bi zorê tênê.”

Ajeldar Mihemed Egîn diyar kir “Divê dewlet li ajelvanan xwedî derkeve. Lêkolîn bikin bizanin ka sedem çî ye.”

Ajeldar Mele Silêman destnîşan kir “Eger îsal jî waha dewam bike, weke par be dê ziyana xelkê gelek çê bibe.”

Ajeldar Şeban dibêje “Em nikarin berdin çêrê, em di hundir de xwedî dikin. Ev du sal in Ajelên me kor tên dinyayê.”

Beytar jî ji bo difçûnek demildest a zanistî bang li akademisyen û lêkolerên Fakulteya Beytariyê ya Zaningeha Dîcleyê dikin û li gor pêşbîniyên xwe sedema vê nexweşiya metirsîdar wiha rave dikin.

Beytar Alî Înce got “Heta niha bi hezaran gilî ji min re hatine. Heywanê kor yên min muayne kiriye piraniya wan ji kêmasiya vîtamîna A’yê bûn. Ji bela ku baran nebû, hişkesalî hebû li herema me gelek astengî çêbûn. Giyayên çolê xwe temam nekirin vîtamîn temam nebûn. Her waha li gor dîfçûna ku me bi rêya telefonê bi bajarên li dev û dorên Amedê re kir û li gor ajelvanên Amedê li wan bajaran jî ev nexweşî berbelav ê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst