Li Erzerom û Qersê baranê bandoreke neyînî li jiyanê rojane kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li herdu bajarên Bakurê Kurdistanê Erzerom û Qersê barana gur û bagerê bandoreke neyenî li ser jiyana rojane ya xelkê kir.

Li navçeya Oltî ya Erzeromê barana gur barî û piştre jî bager rabû.

Li navçeyê bagerê minareya mizgefta ya ji dare li taxa Îgdeliyê xist û minare şikest.

Ji niştecihên taxê Metîn Kaya got, "Mala herî nêzîkî mizgeftê ya min e. Ji ber baran û bagerê minareya ji daran a 30 salî ket. Şikir ji Xwedê re ku tiştek bi me nehat."

Li heman taxê bagerê banê hin malan jî xerab kir.

Li navçeya Qamûşan a Qersê ji danê nîvro pê ve baran barî û li ser kuçe û kolanan avê golî bû, şofêran tengasî kişand.

Li navçeyê ji ber ku baran nişka ve barî, welatiyan xwe spart kargehan.