Herêma Kurdistanê li sînorên Başmax û Perwîzxanê hêz bicih kir

Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, li herdu sînorên Başmax û Perwîzxanê yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de ku dikevin sînorê parêzgeha Silêmaniyê, hêzên Asayişê hatin bicihkirin.

Qubad Talebanî duh Yekşemê biryara bicihkirina hêzên Asayişê li wan deriyên sînorî dabû.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi vê biryarê hêzên Operasyona Asayişa Silêmaniyê yên ser bi Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê li herdu deriyên sînorî tên bicihkirin.

Ofîsa Qubad Talebanî diyar kiriye, bicihkirina wan hêzan jibo rûbirûbûna qaçaxçîtî, binpêkarên qanûnê û wan kesan e ku li derveyî rênima û biryarên hikûmetê dixebitin. Herwiha ofîsa Talebanî, wê pêngavê weke “destpêkek giring” bo reformê û serwerî û parastina mafên giştî bi nav dike.

Parlamenterê Fraksyona Goranê di Parlamentoya Kurdistanê, Elî Heme Salih ji Rûdawê re ragihand, “ew qaçaxçîtiya niha li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê tê kirin, di salên 1991 de jî nehatibû kirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala bihorî biryar da hêzeke hevbeş bê pêkanîn, daku li deriyên sînorî bên bicihkirin jibo ku rê ber li qaçaxçîtiyê bigirin.

Herdu deriyên sînorî yên Başmax û Perwîzxanê dikevin ser sînorê Îranê.

Qebareya tevgera bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, di sala 2020an de 5 milyar dolar bûye, û di heft mehên yekem ên îsal de jî, 4 milyar dolar bûye.

Sala par, qebareya tevgera bazirganî ya li deriyê sînorî yê Başmaxê 1 milyar û 312 milyon dolar bûye. Di 7 mehên îsal de jî, qebareya bazirganiya li wê deriyê sînorî 750 milyon dolar bûye.

Lê di demên bihorî de, pirsa qaçaxçîtiyê li wî deriyê sînorî, gelek caran ji aliyê hinek parlementeran ve ketibû rojevê û daxwaz dihat kirin ku rêgirî li qaçaxçîtiyê bê kirin.

Bi biryara Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, îro hêzên Operasyona Asayişa Silêmaniyê yên ser bi Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ve li wî deriyê sînorî hatin bicihkirin.

Yekî din ji deriyên sereke di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, deriyê sînorî yê Perwêzxan e. Bicihkirina hêzê, wî deriyî jî li xwe digire.

Ebas Ismaîl, Berdevkê Deriyê Sînorî yê Perwêzxanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandiye: “Ew hêza ku biryar li ser hatiye dan, hatiye û aniha li deriyê me ye.”

Berdevkê wî deriyê sînorî tekezî li ser pabendbûna xwe bi biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistaên kir û got, “Deriyê me ji demekê ve pak e û ti kêşeyek tê de nebû.”

Omer Gulpî, Endamê Komîteya Darayî ya Parlementoya Kurdistanê hêvîdar e ku ev gav bandora giştî li ser kêmkirina qaçaxê û zêdebûna dahatê ji bo gencîneya hikûmetê bike.

Rêveberê deriyê sînorî yê Hacî Omeranê, Mesûd Batêlî jî ji Rûdawê re ragihand, biryara gihiştina ti hêzekê ji bo wî deriyî negihiştiye wan.

Mesûd Batêlî diyar kir, ku ti qaçaxçîtiyek li wî deriyê sînorî nîne, ku ew serperiştiya wî dike û parlementerên Kurdistanî jî şopandin kirine û tiştek bidest wan neketiye, ku bi berevajî gotina wî be.

Ji bilî wan sê deriyên fermî, 4 deriyên nefermî yên (Kêlê, Seyranbend, Şûşmê û Pişte), di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hene.