Li Sêwazê lehî û brûsk: Kesekî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li gellek navçeyên Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê barana zêde û bihêz bû sedema lehiyê. Herwiha li gundê Konakpinarê ya ser bi navçeya Gurnê ve di encama birûskê de kesekî canê xwe ji dets da.
Li gundê Karadorukê ya navçeya Gurnê ya Sêwazê duh berê êvarê baraneke bihêz destpê kir û lêhî rabû. Di encama lehiyê de gellek xanî û zeviyên çandinê zirareke mezin dîtin.
Li aliyê din li gundê Konakpinara ser bi Gurnê ve birûsk ket. Di encama birûskê de welatiyê bi navê Ozgur Ozbek ê 43 salî ku li nav zeviyên xwe bû jiyana xwe ji dest da.
Herwiha li navçeyên Sêwazê yên din jî lehî rabû û avê avêt gellek xanî û axwiran û gellek ajel telef bûn.