Mezlûm Kobanî: HSD seqamgiriya cîranên xwe tehdîd nake

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî tekez kir ku HSD li ser seqamgiriya ti welatekî cîran ne gef û metirsî ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Mezlûm Kobanî di peyama xwe de tekezî li ser wê kir ku HSD hêzeke Sûrî ye û erkê wê parastina destkeftên elê Sûriyê ye.

General Mezlûm Kobanî diyar kir ku ew pabend in bi erkê xwe yê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û got, “Em bibîr dixin, HSD hêzeke Sûrî ye ku erkê wê parastina destkeftên gelê Sûriyê ye û ne hêzek e ku gef be li ser seqamgiriya cîranên xwe û nabe jî.”