Barhilgira pez tê de bû wergeriya: 3 kes birîndar bûn û 70 mih mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hawêla  Sêrta Bakurê Kurdistanê barhilgira ku pez tê de bû wergeriya û di encamê de 3 kes birîndar bûn û 70 mih jî mirar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin,  barhilgira ku plaqeya wê 20 V 8218 ye û R.E diajot, ji Wanê pez dibir Şirnexê li devera Şekerîmê ya li ser rêya Bedlîs û Hawêlê wergeriya.

Di qezayê de şofêr R.E tevî du kesên ligel wî bûne M.O û H.G. birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hawêlê hatin şandin û piştî çareseriya ewil bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatin veguhestin.

Di bûyerê de ji 450 mihên ku di barhilgirê de bûn jê 70 mih mirar bûn.

Ji ber qezayê rêya ku ji hatûşînê re hatî girtin, piştî bi vînçê barhilgir li ser rê hatin rakirin rê dîsa jî ji hatûçûnê re vebû.