Li Dîlokê ji ber zeviyên çandiniyê şer: Bav û kurek hatin kuştin

09-08-2020
RÛDAW
Nîşan Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Girgamêşê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê, ji ber zeviyên çandiniyê di navbera du grûpan de şer derket û di encam de bav û kurekî xwe canê xwe ji dest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li Taxa Alaçaliya navçe Girgamêşê li nav baxçeyê fisteqan di navbera du grûpan de ji ber zeviyên çandiniyê gengeşe derket û piştî demekê gengeşe mezin bû û veguherî şerê bi çekan.

Di encam de Mehmet Aggun û kurê wî Huseyin Aggun li cihê bûyerê hatin kuştin.

Herwiha 6 kesên din jî birîndar bûn û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin.

Kesê  ku tê gotin çek bikar aniye hat desteserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst