Qaymeqamê Sûra Amedê: Mewlûda Kurdî nehatiye qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Sûra Amedê têkildarî qedexeya Mewlûda bi Kurdî daxuyanî da û ragihand, xwandina Mewlûdê bi zimanê Kurdî li navçeya wan nehatiye qedexekirin û li ser twittera xwe vîdyoyeke Mewlûda Kurdî belav kir.

Piştî ku hin nûçe û zanyarî têkildarî qedexekirina xwandina Mewlûdê bi zimanê Kurdî li Sûra Amedê di hejmarek medyayên Tirkiyê de hatin belavkirin, Qaymeqamiya Sûrê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ew yek red kir.

Qaymeqamiya Sûrê di daxuyaniya xwe de red dike, ku hêzên cendirme hişyarî dabin wan kesên ku li gundekî Sûra Amedê bi zimanê Kurdî Mewlûd xwandibin.

Qaymeqamiya Sûrê dibêje, hejmarek malper û ajansên nûçeyan nûçeyek belav kirine ku goya li gundekî qezayê de hêzên cendirme hişyarî dabin melayê taxekê, ji ber ku di şînekê de bi zimanê Kurdî Mewlûd xwandiye û jê xwastine ku bi zimanê Tirkî yan Erebî bixwîne.

Di daxuyaniya Qaymeqamiya Sûrê de, ew nûçe û zanyarî weke “bêbingeh” û “nerast” hatine binavkirin û tekezî li wê yekê hatiye kirin, ku “ti rêgiriyek li xwandina Mewlûdê bi zimanê Kurdî nayê kirin.”

Qaymeqamiya Sûrê destnîşan dike, ew wêneyên di nûçeyan de hatine bikaranîn, ne yên wî cihî ne ku behsa wê hatiye kirin, wêne ne yên heman gundî ne û ew otomobîla di wêneyan de jî otomobîla cendirmeyên qezaya Sûrê nîne.

Li aliyekê din, Abdurahman Kurt parlamenterê berê yê AK Parrtiyê yê xûla 23an a parlamentoya Tirkiyê li ser twittera xwe ragihandiye, tazî ya wan bûye û red kir, ti bûyereke wisa çê bibe û qaşo xwandina Mewlûda bi zimanê Kurdî hatibe qedexekirin.

Qaymeqamê Sûra Amedê, Abdullah Çiftçî jî li ser twittera xwe vîdoyeke xwandina Mewlûdê bi zimanê Kurdî belav kiriye û li ser nivîsiye: “Ol ya me ye, pêxember ê me ye, ziman (Tirkî, Erebî, Kurdî…) ê me ye, Mewlûd ya me ye.”

Çend roj berî niha hinek medyayan amaje bi qedexekirina zimanê Kurdî li Şirnexê kiribûn. Wan medyayan belav kiribûn, ku di molekê de li Cizîra ser bi Şirnexê ve zimanê Kurdî ji karmendan hatiye qedexekirin û kesê ku pabend nebe ji kar tê dûxistin, lê Rêveberê Giştî yê mola bi navê Cizre Parkê, Celal Ercan di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de ew yek red kiribû û gotibû, “ew gotegot tenê propagandayeke li dijî me ye û ti bingeheke wê nîne.”