Lêkolîner Tahîroglu: Amerîkayê YPG xist bin parastina xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner Merve Tahiroglu ragihand ku rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, ji aliyekê ve jî tê wateya parastina YPGê ji aliyê Amerîkayê ve.

 

Nivîskar û lêkolînera Weqfa Parastina Demokrasiyan li Amerîkayê,  Merve Tahiroglu beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê ya derbarê ‘Navçeya Aram’ li ser axa Rojavayê Kurdistanê nirxand.

 

Wezareta Berevaniyê yaTirkiyê, berî niha ragihanibû ku hevdîtinên wan ên li gel şanda Amerîkî bi dawî hatine û wan ji bo avakirina ‘navendeke hevbeş’ bo koordînekirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê li hev kirine.

 

Lêkolîner Merve Tahîroglu derbarê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê de amaje bi wê kir ku naveroka wê rêkeftinê zelal nîn e û dibêje ne diyar e bê ka ew dever dê di bin kontrola kîjan aliyê de be û diyar dike ku ev jî kêşeyeke cidî ye ku hêj di navbera herdu aliyan de nehatiye çareserkirin. Tahiroglu aşkere kir ku dibe hêzên serbazî yên herdu aliyan bi hevbeşî dewriyeyan encam bidin û diyar dike ku ew modela li  Minbicê dibe li wê navçeyê jî bê pêkanîn.

 

Merve Tahiroglu derbarê cihgirtina hêzên xwecihî li navçeya aram de dibêje, herdu alî li ser çend vebijêrkan danûstandinan dikin lêbelê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêzeke biyanî ya ne bi rêya hevpeymana navdewletî û Netewên Yekgirtî be, qebûl nake û ji ber hindê niha ev pirseke mezin e bo aliyan bê ka kîjan hêza xwecihî dê li vê deverê bicih bibe.

 

Merve Tahîroglu aşkere dike ku Amerîka dixwaze operasyoneke Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê sînordar bike û dibêje berfirehî, dirêjahî û hêza ku dê li wê deverê bê bicihkirin hêj ne zelal in û lihevkirinek li ser van xalan pêk nehatiye. Tahîroglu diyar dike ku Tirkiye dixwaze seranserê sînor kontrol bike û korîdorekê li seranserê sînorê Rojava ava bike lêbelê dibêje Amerîka hewl dide operasyoneke Tirkiyê sînordar bike û navçeya aram tenê li beşekê bê avakirin ne li seranserê heremên sînorî.

 

Gelo Amerîka ji danûstandinan serkeftî derket?


Nivîskar û lêkolîner Merve Tahiroglu derbarê sedem û armanca Amerîkayê ya rêkeftineke li gel Tirkiyê derbarê Rojavayê Kurdistanê de dibêje, Amerîka neçar nemabû, tenê ev vebijêrkeke siyasî bû û bibîr dixe ku pirsgirêkên mezin di peywedniyên navbera herdu welatan de hene. Tahîroglu radigihîne, “Tê çaverêkirin, ji ber kirrîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê, Amerîka sizayan bi ser Tirkiyê de bisepîne. Trump di çarçova vê meselê de di hevdîtinên li gel Erdogan, mijara navçeya aram jî danîbû holê. Ji ber hindê herdu mesele jî li gel hev tên gotûbêjkirin. Amerîka helbet ne neçar bû ti tiştek ji van bike.”

 

Ew lêkolîner dibêje armanca Amerîkayê ew bû operasyoneke yek alî ya Tirkiyê bo ser Rojava bide rawestandin û bi van danûstandinan ev operasyon hatiye sekinandin û diyar dike ji ber hindê encama van danûstandinan bo Amerîkayê weke serkeftinekê xuya dike.

 

“Berpirsyariya Amerîkayê li hemberî Kurdan heye”


Merve Tahîroglu radigihîne ku bi vê rêkeftinê Ameîrkayê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li hemberî her gef û metirsiyeke ji Tirkiyê, xist bin parastina xwe û dibêje encamnedana operasyonekê û pêkanîna navçeyeke aram tê wê wateyê ku Amerîka û Tirkiye dê çareseriyeke hevbeş pêk bînin û dibêje,  ev jî tê wê wateyê ku Amerîka YPG/HSD li hemberî gefên Tirkiyê xistin bin parastina xwe. Tahîroglu vê yekê jî weke berpirsyariyeke Amerîkayê bi nav dike û pê de diçe, “Bi salane li gel HSDÊ, li gel YPGÊ, li gel Kurdan li hemberî DAIŞê şerekî mezin tê birêvebirin. Hewldanên bidawîanîna DAIŞê gihiştine asta dawiyê lê hîn bi dawî nehatine. Lewma berbersiyariyeke Amerîkayê heye li hemberî Kurdên Sûriyê ku li gel wan kar dike. Herî kêm di danûsitaninên li gel Tirkiyê, Amerîkayê di vî warî de helwesta xwe bi zelalî nîşan da.”