Li Mînayê ji bo heciyên Kurdistanê kon hatine vedan

Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberê Giştî yê Hec û Umreyan li Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo roja Erefê û cejna Qurbanê hemû amadekarî bo heciyên Kurdistanê hatine kirin û li Mînayê jî kon ji bo heciyên Kurd hatine vedan.

 

Birêveberê Giştî yê Hec û Umreyan li Herêma Kurdistanê, Qasim Resûl di derbarê amadekariyan ji bo çûna heciyan bo ser çiyayê Erefê de ragihand, ku beriya nêzîkbûna roja Erefê û cejna Qurbanê hemû amadekariyek ji bo heciyên Kurdistanê hatiye kirin, ji bo ku bi silametî merasîmên xwe encam bidin.

 

Qasim Resûl herwiha got, ku ji bo hemû haciyên Herêma Kurdistanê li Mînayê kon hatine vedan.

 

Hejmara wan kesên ku îsal ji Herêma Kurdistanê ji bo encamdana ferîza hecê çûne Siûdiyê, 7 hezar û 130 kes in û 37 tîmên pizîşkî jî bo pêşkêşkirina ximzetên tendirutiyê li gel wan in.


Herwiha îsal bo yekemîn car, hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê jî bi rêya Başûrê Kurdistanê çûne hecê.

 

Roja Yekşemê 11ê Tebaxê, cejna Qurbanê ye û li Herêma Kurdistanê jî bi boneya wê cejna îslamî, 5 roj betlane hatiye ragihandin.