Robert Ford bo Rûdawê: Amerîkayê gulopa kesk bo Tirkiyê vênexist

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford, ragihand ku Amerîkayê gulopa kesk bo Tirkiyê vênexist ûaşkerekir ku derbarê asayîşa ‘Navçeya Aram’ de rêkeftin çênebûye.

 

Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû, rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, nirxand.

 

Robert Ford ragihand ku hurgiliyên derbarê rêkeftinê de zelal nebûne û rêkeftin li ser asayîşa wê navçeyê nehatiye kirin, ji ber hinek bajarok dikevin nav wê navçeyê û dibêje herdu alî kar li ser dikin.

 

Ford Ford radigihîne ku Amerîkayê gulopa kesk bo Tirkiyê vênexist ku navçeya aram bi temamî ji aliyê wê ve bê kontrolkirin.

 

Ford destnîşan dike, Tirkiye nikare bi tena serê navçeya aram ava bike û dibêje, serbazên Amerîkayê li ser zemînê hene û herwiha qada asmanî jî di kontrola wê de ye ji ber vê yekê di rewşeke wisa de dibe herdu hêz bên rûbirûyî hev û radigihîne ku herdu alî jî vê yekê naxwazin.

 

Robert Ford li ser gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê ku gotibû ew rê nadin heman tişta li Minbicê rû da li  navçeya aram jî rû bide got ku diyar e, derbarê Rojavayê Kurdistanê de Tirkiye baweriya xwe bi Amerîkayê nayîne.

 

Herwiha Ford aşkere kir ku Amerîka li ser planên xwe yên bo piştevaniya HSDê berdewam e got ku Amerîka, Deyre Zor û Hesekê jî di nav de, hewl dide hêzeke xwecihî ku ji sed 100 hezarî pêk tê li wan deveran ava bike.

 

Derbarê bicihkirina koçberên Sûriyê li navçeya aram jî Robert Ford dibêje, “Ez ne di wê baweriyê de me ku Amerîka li ser bicihkirina hejmareke zêde ya koçberan li wan deveran qanih bûbe û qebûl kiribe. Ez fikarên Kurdên Sûriyê têdigihijim. Ji ber ku gelek caran li wan deveran xelk hatin bicihkirin. Ev mijareke hesas e di navbera Tirkiye û Amerîkayê de.”