COLEMÊRG – Êrişî binkeya leşkerî kirin
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Çelê ya Colemêrgê êrişî binkeya leşkerî ya artêşa Tirkiyê kirin û di encamê de 6 leşker birîndar bûn.
Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên PKKê li herêma çiyayî ya navçe Çelê êrişî binkeya leşkerên Tirkiyê kirine.
Hat ragihandin ku di encamê de yek jê giran 6 leşker birîndar bûne.
Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê bi helîkopterê veguhestina Nexweşxaneya Dewletê ya Colermêrgê.
Derbarê bûyerê de heta niha PKKê ti daxuyanî nedaye.