Li Efrînê navê ‘Recep Tayyip Erdogan’ li meydanekê kirin

09-08-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Nav Guehrtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê de ye navên wekî Recep Tayyîp Erdogan û Çiqlê Zeytûnê dan meydanan.


Medya Tirkiyê ragihand ku “Meclisa Herêmî ya Efrînê” ku bi piştevaniya Tirkiyê hate damezrandin li navenda Efrînê navê sê meydanan guherand.

 


Navê Recep Tayyîp Erdogan dan Meydana Avahiya Hikûmetê, navê Çiqlê Zeytûnê dan Meydana Kawayê Hesinkar û navê Selahedîn Eyûbî dan Meydana Newrozê.

 



Ji aliyê din ve çavkaniyên ku ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re axivîne didin zanîn ku ji bilî niştecîkirina bi hezarên erebên Xûteya rojhilat, Hims, û deverên din ên Sûriyê li nav bajarê Efrînê, grûpên çekdar dest bi prosesa Erebkirina meydan û monûmentên nav bajêr kirine.


Herwiha grûpên çekdar navê meydana Wetenî, anku Welatê Min kirine Meydana Şehîdên 18ê Adarê.



 

Piştî kontrolkirina bajarê Efrînê ji aliyê hêzên hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, xelkê wê herêma Rojavayê Kurdistanê gilî ji guhertina demografî û sîmayên civakî, çandî û kultûrî li ser destê wan hêzan dikin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst