Radyoya Lekî li Kirmaşanê; Îran li çi digere?

09-08-2018
RÛDAW
Hiûmeta Îranê di demekê de ku rêgiriyê li pêşxistina zimanê Kurdî û zimanên din digre, niha hewl dide, ku Kurdên Lek ji kurdan veqetîne û wan weke etnîk bi nav dike û radyoyekê ji wan re vedike.
Hiûmeta Îranê di demekê de ku rêgiriyê li pêşxistina zimanê Kurdî û zimanên din digre, niha hewl dide, ku Kurdên Lek ji kurdan veqetîne û wan weke etnîk bi nav dike û radyoyekê ji wan re vedike.
Nîşan Kirmaşan Kurdên Lek Şêwezara Lekî Rojhilatê Kurdistanê Îran Radyo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berprisên hikûmî li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, Kurdên Lek weke etnîkek cuda ji kurdan bi nav dikin û biryar dane, ku radyoyeke taybet bi wan vekin. Reyedarên îranî dibêjin, vekirina radyoyê ji bo pêşxistina kultûr û ziman û wêjeya Lekî ye, lê hin çavdêrên Kurd ji wê hewla hikûmeta Îranê nîgeran in û dibêjin, hewlek heye ku Kurdên Lek ji kurdan û Kurdistanê veqetînin.

 

Kirmaşan mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye, ew mezinahî bandor li pirşêwezariya nîştecihên vî bajarî kiriye. Li Kirmaşanê, xelk bi çend şêwezarên Kurdî yên weke Kelhor, Lekî, Soranî û Hewramî diaxivin û pêkhateya vî bajarî jî li ser çed ol û mezhebên ciyawaz ên weke Misilman, Yarsan û Şîe û Sunne dabeş bûne, lê belê hemû ew ciyawaz di bin sîwana Kurdbûnê de dibin yek û kurdbûn wan dike yek.

 

Li Kirmaşanê ciyawaziya şêwezar û ol û mezeb heye, lê hikûmeta Îranê hewl dide, ku wan ciyawaziyan zêdetir bike. Yek ji wan hewlan jî bi navkirina hin pêkhateyên Kurdî yên vî bajarî weke etnîke cuda ye. Di vê çarçoveyê de jî biryar hatiye dan, ku li parêzgeha Kirmaşanê, radyoyek taybet bi şêwezarê Kurdiya Lekî were vekirin, lê hikûmet vê şêwezarê weke Kurdî nas nake, belku wê weke zimanekî serbixwe dide naskirin û jê re dibêje, zimanê Lekî.

 

Qayimmeqamê Bajarê Hersînê, Emîr Şahabadî di civîna hevahengiya bernameyên vê radyoyê de gotiye: Lek etnîk in û xwediyê zimanê xwe ne, pêwîst e giringî bi pêşxistina ziman û wêje û kultura wan were dan.

 

Ev yek di demekê de ye, ku zimanzan û dîroknivîsan ji berê ve pêkhateya Lek weke beşek ji Kurdan bi nav kirine. Dîroknivîsê navdar ê sedsala 13an, Hemdullah Mistefwî, dîroknivîsê Kurd Şerefxan Bedlîsî, Rojhilatnasê Rûsî Vladimir Minoroskî di berhemên xwe de gotine, ku Lek Kurd in û şêwezarê Lekî yek ji şêwezarên zimanê Kurdî ye. Herwiha di ferhenga Îranîka de ku mezintirîn projeya îrannasiyê ye, çendîn lêkolerên naskirî yên welatên rojavayî, Lekî weke şêwezarekî zimanê Kurdî bi nav kirine.

 

Li aliyekê din ev pêngava hikûmeta Îranê di demekê de ye, ku Tehran madeyên destûra wî welatî yên taybet bi xwandin, perwerdeyî û bikaranîna zimanê netewên xêncî Fars, ên weke Kurd, Azerî, Belûç, Gîlek, Mazin, Ereb û pêkhateyên din cîbicî nake û astengiyan li ber çalakiyên jibo pêşxistina zimanên wan netewan derdixe

 

Herî dawî jî Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê yê Îranê gotibû, ku bikaranîn û dersgotina bi zimaneke ji bilî zimanê Farsî xeter e û dibê rê li wê yekê bihê girtin.

 

Kurdên Lek li sînorê parêzgehên Kirmaşan, Îlam, Loristan û çend navçeyên parêzgeha Hemedanê li Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Li Loristnanê, Kurdên Lek zêdetir li bajarên Kohdeşt, Nûr Abad, Dolfan, li Kirmaşanê; li bajarên Sehne, Hersîn û navenda bajarê Kirmaşanê, li Hemedanê; zêdetir li Nehawend û li Îlamê; li Dêhloran, Mêhran, Dereşar û Avdanan nîştecih in.

 

Amarên ciyawaz derbarê wan kesan de hatine belavkirin, ku bi şêwezarê Kurdiya Lekî diaxivin, weke mînak ku zêdetir ji 60% Loristan û 30% heta 40% nîştecihên Kirmaşan û Îlamê pêk tînin, li gorî wan zanyariyan, gerek hejmara wan li derdora 2 milyon kesan be.

 

Hewldan hene bo cudakirina Lekan ji kurdan, wan hewldan dîrokeke dûr û dirêj heye, lê ti deman weke nihadi aliyê kulturî d kar li ser cîbicîkirina wê nehatiye kirin. Ew pêngav pêştir li hember pêkhateya Lor jî hatiye cîbicîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst