Pirsgirêkên xwendekarên Rojava li Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Duhokê çarenivîs û paşeroja xwendevanên Rojavayê Kurdistanê tê gotubêjkirin, bi taybetî ew xwendevanên ku xwendina xwe li Başûrê Kurdistanê bidawî tînin.

 

Dr. Kolêja Kargêrî û Aborî li Zanîngeha Duhokê Dr. Rêber Fetah ji Rûdawê re ragihand, divê çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin, ji bo ku ew xwendevan bikaribin li gor dîplomayên xwe li Başûrê Kurdistanê kar bikin.


Duhokê Dr. Rêber Fetah diyarkir ku di dema wergertina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de li zanîngehên Herêma Kurdistanê gelek caran di belgeyên wan de kêmasî hene û carnan jî ji ber rewş aborî ya wan ew nikarin xwendina xwe bikin.


Fetah herwiha da zanîn yek ji pirsgirêkên din a xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ew e ku dema ji zanîngehê derdişin li hikûmeta Herêma Kurdistanê nayên wergirtin ew tenê dikarin sektora taybet de kar bikin û gelek xwendekar ji bo peydanekirina kar berê xwe didin welatên din.


Mamosteyê Kolêja Kargêrî û Aborî li Zanîngeha Duhokê herwiha vê yekê wez ziyaneke mezin hem ji bo xwendekaran û hem ji bo Herêma Kurdistanê pênase dike û dibêje: “Em naxwazin ew herin. Em hewl didin hem em ji wan re bibin alîkar û hem jî sûda wan bide Herêma Kurdistanê.”


Alîkarê Rêveberê Zanîngeha Zaxoyê Dr. Ebdulwehap Berwarî jî beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bû ragihand ku her di destpêka wergirtina xwendekarên Rojvayê Kurdistanê de hinek pirsgirêkên wan des pê dikin, lê ew gelek caran ji bo xwendekarên ku pirsgirêkên wan hene hêsankariyan dikin.


Dr. Ebdulwehap Berwarî amaje bi wê yekê kirk u gelek xwendekar ji ber rewşa ewlehî nikarin vegerin Sûriyê belgeyên pêwîst bînin, lewma divê ji bo vê yekê hinek rêbaz bêne guhertin.