Hevjîna Hejar Mukriyanî koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) – Şeva çarşemê li Hewlêrê hevjîna helbestvan û nivîskarê Kurd Hejar Mukriyanî, Meisûme Ehmedî koça dawî kir.
Kurê Hejar Mukriyanî, Zagros Hejar ji Rûdawê re ragihand ku "şeva çarşemê dayîka min Meisûme Ehmedî di temenê xwe yê 89 salî de li Hewlêrê koça dawî kir.
Meisûme Ehmedî li Bokana Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye û 9 sal li Hewlêrê li gel kurê xwe Zagros dijî û berî niha jî li gel Hezar Mukriyanî di serdema şoreşa Îlonê de li Başûrê Kurdistanê jiyabû.
Biryar e sibe înê (10-08-2018) merasîma cenazeyê li bajarokê Pîrmamê birêve biçe û li cem gora helbestvanê navdar ê Kurd Xalid Hîsamî "Hêdî" dê were veşartin.
Hejar Mukriyanî kî ye?
Hejar Mukriyanî di sala 1920an de li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Navê wî yê rastîn Mamosta Ebdurehman Şerefkendî ye. Di ciwaniya xwe de li gundê derdora Mehabadê û Bokanê di nav hicrê feqiyan de perwerdehiya olî dibîne.
Mukriyanî di 17 saliya xwe de zewiciye. Hejar Mukriyanî di 20 saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Xwendin û nivîsandina Kurdî xwe bi xwe fêr bûye. Ew bi helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî û Hacî Qadirê Koyî hevnas dibe.
Hejar Mukriyanî di 24 saliya xwe de li bajêrê Seqizê dikeve zindanê. Dema ji zindanê derdikeve direve û tê Başûrê Kurdistanê û di şoreşa Îlonê de hevkariyê dike. Mukriyanî di sala 1990an de koça dawî dike û termê helbestvan û nivîskarê neteweyî Hejar Mukriyanî li Mehabadê dispêrin axê.
Mukriyanî gelek berhem li pey xwe hiştin. 24 pirtûkên wî hene. Hinek ji wan pirtûkan ev in;
Wergera Mem û Zînê ji Kurmancî bo Soranî.
Wergera Şerefnamê bi Kurdî.
Dîwana helbestên bo Kurdistan.
Wergera Quranê bo Kurdî
Wergera Qanûna Ebû Elî Sîna bi Farsî.
Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî.
Çêştî Micêwir