Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej: Xoy 8 caran hejiya!
Hewlêr (Rûdaw) – Îro danê sibê li navçeya Xoy a Rojhilatê Kurdistanê 8 erdhej pêk hatin. Li gorî agahiyênd estpêkê di encamê de ti ziyaneke canî nebûye.
Îro Çarşem 09-08-2017, li navçeya Xoy a parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi dijwariya 3.7 pileya rîzterê pêk hat.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, erdheja yekemîn demjimêr 06:28ê sibê bû û paşî 7 carên din jî erdhej pêk hatin, ku dijwariya wan jî 2.9 pileya rîxterê bû.
Li gorî agahiyên destpêkê di encama erdhejê de ti ziyaneke canî û maddî çênebûye.
Hêjayê gotinê ye, ku Xoy dikeve ser sînorê bajarê navçeya Qelqelî û Çaldirana Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, ku li ser rîfa erdhejê ye.