Sînemakarê Kurd dawiyê çû gund û bû berber

Amed (Rûdaw) - Xalê Emîn aktorekî sinemayê bû, ku li Bakurê Kurdistanê di gelek fîlmên sînemayê de lîstibû. Mala wî ji ber şer û pevçûnên bajaroka Sûr a Amedê hat rûxandin û wî jî berê xwe da gundê bav û kalê xwe.  Xalê Emîn, ji bo debara xwe birêve bibe li gundê xwe dest bi berberiyê kir, lê wî berê destê xwe qet neavêtibû meqesê.

 

Xalê Emîn li gundê Sinê ya bajarokê Licê niha bi kar û barê gund re mijûle, xaniyê xwe tewla xwe, bax û baxçeyê xwe hem û bi destê xwe diristkiriye.

 

Ew heta ku şerê nav Sûra Amedê derneketibû jî,  li bajarê Amedê  li ser şaşeyên Televizyonan û li ser dikên şanoyê  bû, aktorekî bi nav û deng bû  ku bi milyonan hezjêkiriyê wî hebûn, Piştî şerê nav Sûrê xaniyê wî,  karê wî ji dest çû û ew hat li gundê kal û bavê xwe bi cîh bû.

 

Aktorê Kurtefîlmên Sinemayê, Xalê Emîn ji Rûdawê re behsa serepêhatî û rewşa jiyana xwe dike û dibêje: “Cihê me xweş bû. Ev bûyer qewumîn û xaniyê min jî pê re xera bû. Ez neçar mam û hatim li gund bi cîh bûm. Min dest ji sinema û şanoyê berda. Gellek hezjêkiriyên min meraqa min dikin.”

 

Aktorê Kurd piştî ku hate gundê xwe divê ku debara mala xwe bikira, ew fikirî û biryar da ku bibe berber, bêyî ku wî di temenê xwe de negirtibû ne tu  meqesek û ne tu cilêtekî.

 

Jûrekî xaniyek kavilkirî ji xwe re kire dikana berberiyê û niha şêniyên gund li cem wî traşê dibin.

 

Xalê Emîn dibêje: “Dema min dest bi berberiyê kir min dixwest her tim yextiyar werin ba min. Ji ber ku ciwan, modelên nûjen dixwazin lê ji destê min nedihat.”

 

Bêguman ji berberiyê re hostatiya maweyeke dirêj divêta, di serî de Xalê Emîn jî di bin vî barê de eciqiye; lê niha ew bi kêf û henek behsa wan rojên xwe yên ecemîtiyê dike.

 

Aktorê Kurd ê Kurtefîlmên Sinemayê diyar kir “Rojek gundiyekî me hat cem min got porê min wuha jêke, wuha çeke û… min mêze kir ku ezê ji heq dernekevim, hema min pore wî da ber makînê (dikene) lê ji min re baş li hev hat û wî tiraşa ku min kir gellek eciband.”

 

Gundiyên Sinê jî ev du sal in ji hatina Xalê Emîn kêfxweş in û ew dibêjin Emîn gula civatên gundê me ye, bi xêra wî em hem bi kêf û moral in, dewlet li serê wî em karê xwe yên por û rih qusandinê li gundê xwe dikin.

 

Gundiyê Xalê Emîn, Temir Akmaz jî li ser çûna wî bo gund û akincîbûna wî li gund got: “Ji xwe berberê gund tune bû. Mala wî ava hat li vêderê dikan vekir. Em niha li gundê xwe dikarin traş bibin û minneta kesî nakeve ser me.

 

Huseyîn Olmez jî gundeiyekî din e û dibêje: “Xalê Emîn gula gund e. Berberiya wî jî de îdare dike.

 

Li gor raporekî Komeleya Mafê Mirovan li bakur, piştî proseya aşîtiyê bi dawî hat,ji ber rewşa awarte, metirsiya ewlehiyê, ji kar avêtina fermanber û karmendan  her wisa bêderfetiyên aborî  nêzî 154 hezar mirovan cihên xwe guhertin.