Îranê 6 girtiyên Kurd bidarvekirin!

Tehran (Rûdaw) - Serê sibeha îro, girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Edbullahî ligel 5 girtiyên din li zîndana Ormiyê hatin bidarvekirin.

 

Mihemed Ebdullahî ku endamê partiyeke Rojhilatê Kurdistanê bû, bi tometa dijayetiya Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê dadgeha Şoreş ya Mehabadê ve cezaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

 

Piştre Dîwana Bilind Welat ew ceza pejirand.

 

Parêzerê wî Mistefa Ehmediyan dibêje, cezaya bidarvekirinê ji bo Miheemd Ebdullahî nedadperwerane ye, û pêvajoya dadgehîkirina wî gelek kêmasî hebûne.

 

Mihemed Ebdullahî Newroza sala 2010an li navçeya Baxê Şayegan yê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên Îranê ve kete ber destrêja guleyan û bi birîndarî hat binçavkirin.

Roja îro roja Sêşemê 09.08.2016an di zîndana Ormiyê de hate bidarvekirin.

 

Mihemed Ebdullahî hevjîn û zarok jî hebûn, temenî wî 35 sal bû.

 

Herweha her îro, 5 giirtiyên din ên Kurd di heman zîndana Urmiyê de hatin bidarvekirin, ku Komara Îslamiya Îranê dibîje, wan 5 kesan bazirganî bi madeyên hişber kiriye.

 

Ew 5 kes jî xelkê bajarê Pîranşar û Ormiyê bûn.

 

Heftiya derbasbûyî jî di zîndana Recayîşar a Kerecê de 20 çalakvanên mezhebî yên Kurd bi hevre hatin bidarvekirin.

 

Pêla bidarvekirina Kurdan ji aliyê Îranê ve, bertekên tund yên navdewletî li pey xwe anî û  gelek welatan û saziyên mafê mirovan ew protesto kirin.




 Mihemed Edbullahî