Galeriya wêneyan

09-08-2016
23 Photos
RÛDAW

Şingal (Rûdaw) – Gerîlayên HPGê ku baskê leşkerî yê PKKê ye, li Şingalê baxçeyek bi navê Baxçeya Serok Apo çê kirine û wêneyên gerîla û şervanên ku di 2 salên borî de li Şingalê şehîd bûne, li wir danîne.

 

Hejmarek gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) heyama 2 salan dibe ku li navçeya Şingalê ne.

 

Baregeheka HPGê li devera Kersê ya li rojhialtê Çiyayê Şingalê ye. Gerîalyên HPGê li wê derê baxçeyek wek monomênetekê çê kirine û navê wê kirine Baxçeya Serok Apo.

 

Li wê baxçeyê wêneyên hemû wan gerîla û şervanan hatiye danîn, ku di heyama 2 salên borî de li navçeya Şingalê û di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne.

 

Fermandeyê Giştî yê HPGê li Çiyayê Şingalê Egîd Civiyan dibêje: “Di heyama 2 salên borî de 215 gerîla li Şingalê û derdora wê şehîd ketine.”