Asayişa Girkê Legê rê neda ENKSê da alîkariya koçberên Şingalê bike

09-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Ji aliyê: Azad Cimkarî

Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa bajarokê Gikrê Legê rê neda şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li wî bajarokî ku alîkariya ku ji koçberên Şingalê re kom kiribûn, li ser wan koçberan parve bike.

Çavkaniyekê ji bajarokê Girkê Legê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro, 9ê tebaxê, şaxa ENKSê li Girkê Legê xwest ku alîkariyên mirovî ji xwarin û vexwarinê bi ser koçberên Şingalê yên ku berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê parve bike, lê hêzên asayişê rêgirî li karê ENKSê kir û nehişt wan alîkariyan pêşkêşî koçberan bike.”

Li gor çavkaniyê, ku nexwets navê wê bê aşkere kiri ku, dema ku hemwelatiyan rijdbûna xwe li ser encamdana vî karî dan xuyakirin, asayişa ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, li pêş ofîsa ENKSê li Girkê Legl gulle berdan ezmana.

Ji aliyê xwe şaxê ENKSê li Girkê Legê di daxuyaniyekê de ev bûyer piştrast kir û tekez kir ku hêzên asayişê bo encamndeana vî karî gulle berdan ezmanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst