EDENE- Dersînorkirina dayika penaber malbat parçe kir

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Edene Dîlok Sirûc Ruha Mêrdîn Ebîr Kewar Ebdulselam Hemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên Tirkiyeyê, jineke penaber a ji Sûriyeyê ku dayika cêwiyan e li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bi zorê şand Sûriyeyê.

Navê jina penaber Ebîr Kewar e û navê hevjînê wê jî Ebdulselam Hemed Mihemed e.

Ew niha şêniyên Edeneyê ne.

Cêwiyên 10 mehî yên dayikê li parêzgeha Edeneyê bi bavê xwe re mane.

Ebdulselam Hemed bi rêya vîdyoyekê, bangî berpirsên Tirkiyeyê dike ku çîroka malbata wî bibihîsin û ji wan re çareyekê bibînin.

Di vîyoyê de Ebdulselam Hemed eşkere dike ku hevjîna wî li Kampa Sirûcê ya Rihayê derxistiye lê belê wan nikarîbû nasnameya nîşîniyê nû bikin.

Li gorî gotina Ebdulselam Hemed piştre bi rêya parêzeran wan li parêzgeha Ruhayê nasnameyeke nû derxist.

Karta Ebîr Kewarê nehatiye nûkirin

Ebdulselam Hemedê ku aniha bi 2 zarokên xwe yên 10 mehî re di binê xanî de maye alîkariyê dixwaze.

Ebdulselam Hemed da zanîn ku hevjîna wî û xezûrê wî 28 Hezîranê dema diçin Rihayê wê demê ji wan re tê gotin ku nasname û nîşîngeha wê ne li Rihayê lê li Mêrdînê ye.

Dema ku ew diçin Mêrdînê karta nîşîngehê nû bikin bi hinceta ku dereng mane berpirsên Îdareya Koçberan a Mêrdînê wê daxwaza wan bi cih nînin.

Li gorî gotina Ebdulselam Hemed dema hevjîna wî ji Mêrdînê vedigere Edeneyê, ew li Termînala Dihokê tê desteserkirin “bi hinceta ku kimlîka nû” pê re nîne wê yekser dersînor dikin û dişînin Sûriyeyê.

Aniha Ebîr Kewar li Kampa Bab El-Selameyê ye û hevjînê wê û her du zarokên wê yên cêwî ku 10 mehî ne û navên wan Wîsam û Yezen in li Edeneyê bêyî dayika xwe dijîn.

Ebdulselam Hemed eşkere dike ku ji ber sedemên ewlehî û siyasî nikare vegere Sûriyêyê û ji berpirsên Tirkiyeyê alîkariyê dixwaze.

“Bi Xwedê ez nikarim biaxivim”

Di berdewamiya vîdyoyê de Ebdulselam Hemed wiha got:

"Navê min Ebdulselam Mihemed e, ez hêvî dikim hûn vê vîdyoyê, bi zûtirîn dem, ji min re belav bikin.

Ez û her du zarokên xwe mane,  wan hevjina min dersînor kir. Ew çûbû zanyariyên li Mêrdînê nû bike, li Mêrdînê kaxez hene.... Bi Xwedê ez nema karim biaxivim."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst