DÊRSiM - Şanogeran ji bo Kirmanckî tiberika Xizir belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Koma Şanoyê ya Arêye Kay ji bo parastin û axaftina Kirmanckî tiberika Xizir belav kir.

Bi hatina meha Muheremê re li Dêrsimê gelek çalakî tên lidarxistin.

Endamên Koma Şanoyê ya Arêye Kay jî ji bo balê bikşînîn ser metirsiya li ser Kirmanckî (Zazakî) kolan bi kolan û mal bi mal digerin û tiberika Xizir belav dikin.

Şanogeran li Gola Çetu ku wekî Gola Xizir jî tê zanîn find pê xistine û dia kirin.

Şanoger eger Kirmanckî wenda bibe dê hemû çand, nerît û bawerî ji dest biçe û nemîne.

“Zimanê me zimanê Xizir e”

Pîrê Elewiyan Can Kureyş Bulut jî beşdarî çalakiyê bû û li ser girîngiya ziman wiha got:

“Zimanê me zimanê Xizir e, nabe em zimanê xwe ji bîr bikin û pê neaxivin.

Divê em di nava xwe di mala xwe de bi Kurdî qise bikin. Zimanê me zimanê Xizir e, dînê me dînê xizir e. “

“Em mal bi mal digerin”

Serokê Koma Şanoyê ya Arêye Kay Yilmazcan Şare jî wiha got:

“Me teberika xwe amade kir, em niha li Dêrsimê mal bi mal digerin û em dibêjin, zimanê me zimanê Xizir e, eger hûn Xizir nas dikin û we bawerî pê heye di nava xwe de, li mala xwe de bi telefona xwe bi zimanê me qise bikin’ eger zimanê me biçe wê çi tiştekî me nemîne.  

Duzgun Baba namine û Mûnzur namîne….”

Endamên koma şanoyê bi cilûbergên Kurdî li nav Dêrsimê digerin û ji wêlatiyan re behsa girîngiya zimanê dayikê dikin.

Xelkê Dêrsimê jî dibêje: "Divê em zimanê xwe veguhêzin nifşê nû û neviyên me bi zimanê me biaxivin."

“Bila neviyên me bi zimanê me biaxivin”

Şêniya bi navê Elif Bulutê jî wiha got:

“Em dixwazin neviyên me zarokên me bi zimanê me biaxivin. Em Kurmanc in, em Kurd in Elewî ne”

Li aliyê din şêniya bi navê Yildiz Denizê jî behsa rewşa Kirmanckî kir û wiha got:

“Dema ez herim hundir, daîreyeke hikûmetê, walî li wir be qaymeqam an jî wezîr li wir bin dema ez bi zimanê xwe bibêjim, roja we bi xêr û ew jî bêjin bi xêr û silamet’ wê demê ez dizanim ku wê zimanê me bimîne."

UNESCO: Metirsî li ser Kirmanckî heye

Polîtîkayên tund ên asîmîlasyonê û pêşketina teknolojiyê li Bakurê Kurdistanê metirsiya li ser Kurmancî û Kirmanckî zêdetir dike û roj bi roj axaftina bi her du zaravayên Kurdî kêmtir dibe.

Li gorî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li seranserê cîhanê 18 ziman bi metirsiya nemanê re rûbirû ne û yek ji wan jî zaravayê Zazakî yê Kurdî ye.