Hunermendê Kurd kuştibû: Cezayê kujer diyar bû

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Cîhan Aymaz Mehmet Caymaz Hunermend Kuştin Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê cezayê heta hetayê da kujer Mehmet Caymazê ku hunermendê Kurd Cîhan Aymaz kuştibû.

Cihan Aymaz ê 30 salî ku li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê li ber peravê stran digotin 2yê Gulana 2023yan bi hinceta strana “Ez bimrim Tirkiyeya min” ku jê hatiye xwestin negotiye ji aliyê Mehmet Caymaz ve bi kêrê hatibû kuştin.

Kujer Mehmet Caymaz hatibû girtin û derbarê wî de bi tawanê “kuştina biqest” doz hatibû vekirin.

Dozger bi tohmeta ku hunermendê Kurd Cîhan Aymaz biqest kuştiye derbarê Mehmet Caymaz de daxwaza cezayê heta hetayê kir.

Rûniştina biyara dozê 8ê Tîrmehêli 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê bi rê ve çû.

Parêzerên her du aliyan û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî beşdarî rûniştina dozê bûn.

Piştî axavtinan dadgehê bi tohmeta tawanê “kuştina biqest” cezayê heta hetayê da kujer Mehmet Caymaz.

Cîhan Aymaz xelkê navçeya Dîgorê ya Qersa Bakurê Kurdistanê bû û ji sala 2021ê ve li kolanên Stenbolê stran digotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst