Li Kirmaşanê cenazeyê kesekî hat dîtin

Hewêr (Rûdaw) - Li navçeya Giyelaneyê ya Kirmaşanê cenazeyê kesekî 70 salî li ser çiyê hat dîtin.

Li gorî zanyariyên Birêveberiya Polîsê Giyelanê ,ew kes ji çiyê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Birêveberê Polîsê Giyalanê Mensûr Ehmedî eşkere kir ku cenazeyek li çiyayên gundê Germawê yê Giyalanê hat dîtin û ji bo Saziya Tiba Edlî hat veguhastin.

Mensûr Ehmedî da zanîn ku li gorî lêkolînên destpêkê derketiye holê ku ew kesê cenazeyê wî hatiye dîtin 70 salî ye û ji çiyê ketiye xwarê.

Mensûr Ehmedî amaje bi wê yekê jî kir ku ew welatiyê miriye ji bo çiyageriyê çûye herêmê û li ji ber sedemeke nediyar ji çiyê ketiye û canê xwe ji dest daye.

Mensûr Ehmedî eşkere kir ku tîmên wan li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.