Li Rihayê birîna elektrîkê hat protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xelk ji bo protestokirina birîna elektrîkê daket kolanan.

Birîna elektrîkê ya berdewam li bajarên wekî Riha, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê xelkê bêzar kiriye.

Bi taybetî demsalên havînê rojane çend demjimêran elektrîk tê birîn.

Xelk daket kolanan

Şeva borî li Taxa Ertugrul Gaziyê ya Rihayê demeke dirêj elektrîk hat birîn û xelk ji bo nerazîbûnê daket kolanê.

Welatiyan li dijî kiryarên Saziya Kompanya Belavkirina Elektrîkê Dîcleyê (DEDAŞ) slogan bilind kirin û daxwaza çareseriyê kir.

Ji ber ku bi berdewamê elektrîk diçe û tê amûrên elektronîk ên xelkê dişewitin û nerazîbûneke zêde heye.

Welatiyekî got, “Ma ji bilî Xwedê kesek bi vê DEDAŞê nikare. Bes e zilma DEDAŞê.

Gelekî zehmet e ku pirsgirêka elektrîkê bê çareserkirin.”

“Nexweş hene, amûr dişewitin”

Welatiyekî din ê bi navê Emin Tatlidil jî wiha anî ziman:

“Îro dîsa dixebitin û li bajêr, navçe û taxa me elektrîk hatiye birîn.

Xelk gelekî hêrs bûye. Dê ev pirsgirêka elektrîkê çi bibe?

Em dê çi bikin, nexweşên mirovan hene, amûrên wan dişewitin. Welatî şepirze bûne.”