Hewlêr - Bi kalaşnîkofan gule li hev reşandin: 2 kes hatin kuştin

09-07-2024
RÛDAW
Bi kalaşnîkofan gule li hev reşandin/Wêne: Rûdaw Grafîk
Bi kalaşnîkofan gule li hev reşandin/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Xebat Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xebatê ya Hewlêrê di pevçûneke bi çekan de 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Xebatê doh bi şev du şofêrên tankêrên sotemeniyê ji ber wergirtina dorê pev çûn.

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Refet ragihand ku her du şofêran destpêkê bi kulm û pehînan li hev xist û piştre li hev hatin.

Lê belê her du şofêr ber destê sibehê dîsa pev çûn.

Di vê pevçûnê de her du şofêran bi kalaşnîkofan gule li hev reşandin.

Berpirsekî Polîsê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku di encama pevçûnê de 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin, her du kesên ku gule li hev reşandine merivên hev bûne.

Di vîdeoyê ku ji Rûdawê re hatiye şandin de tê dîtin ku du kes ji nêz ve bi kalaşnîkofan gule li hev direşînin  û piştre her du dikevin erdê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst