Li Meletiyê agir bi bazara hesinkeran ket: 25 dikan şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi bazara hesinkaran ket, 25 dikan şewitîn.

Derengê şeva borî li Herêma Pîşesaziyê ya li Taxa Çavuşogluyê ya Meletiyê ji ber sedemek nediyar agir bi bazara hesinkaran ket.

Agir di demeke kurt de li bazarê belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan û wesayîyêm TOMAyê şandin cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de piştî 2 demjimêran agir hat vemirandin.

Di şewatê 25 dikan şewitîn û gelek zerar û ziyanên madî çêbûn.