Odeya Bijîşkan a Amedê li ser îdiaya `bikaranîna xelkê Amedê wekî kobay` daxuyanî da

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Odeya Bikîşkan a Amedê Prof. Dr. Cenap Ekîncî Amed Corona Kobay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bikîşkan a Amedê derbarê îdiaya Prof. Dr. Cenap Ekîncî ya bikaranîna amûreke Coronayê ya li ser nexweşên Amedê got, “Divê demildest lêpirsîna îdarî û dadî bê destpêkirin.”

Akademîsyen û Endamê Odeya Bijîşkan a Amedê Prof. Dr. Cenap Ekîncî ragihand ku sala 2020î li Amedê di dema nexweşiya Coronayê de amûreke bi navê “Tîrêja Tirk” hatiye bikaranîn ku bêdestûr bûye û ji aliyê zanistî ve pişkînîna wê nehatiye kirin.

Cenap Ekîncî li ser hesabê xwe yê Xê bi sernavê “Kê xelkê Amedê weke kobay bi kar anî” rêze nivîsek belav kir.

Ekinci ji Rûdawê re got, “Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Fahrettîn Koca li dijî kirîna wê amûrê bû ku ji aliyê zanistî ve nehatiye piştraskirin.”

“Agahiya Wezareta Tenduristiyê ji vê lêkolînê heye?”

Odeya Bikîşkan a Amedê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got:

“Endamê me Dr. Cenap Ekîncî îdiayên girîng ên derbarê tendirustiya civakî, pîşeya bijîşkiyê, mafên nexweşan, lêkolînên zanistî, rewişta bijîşkî û deontolojiyê de anîn ziman.

Dema ku hate bikaranîn jî em bi rêxistinên pîşeyî yên sektora tenduristiyê re li dijî wê derketin û em wekî Odeya Bijîşkan a Amedê van îdiayan bi cidî werdigrin û daxwaz dikin berpirs bersiva van pirsan bidin:

1 - Xebera Wezareta Tenduristiyê ji vê lêkolînê heye?

2 - Dîsa xebera Desteya Zanistî ya Covidê ji vê lêkolînê heye?

3 - Ji bo sepandina vê tedawiyê destûreke yasayî hatiye wergirtin? Eger hebe, ji kîjan saziyê hatiye wergirtin?

4 - Balafira ku di daxuyaniyê de hatiye behskirin a kê ye?

5 - Rola kompanyayên ku bi peymana SGKyê kelûpelên bikîşkî difroşin çi ye?

6 - Ji bo vê ceribandinê çima Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Diyarbekirê hat hilbijartin?

7 - Berpirsên ku çavê xwe ji ceribandinê re girtin, paşê kîjan post/kursî wergirtin?

8 - Piştî rawestandina dermankirinê çend nexweş bi vê amûrê hatin dermankirin? Rewşa klînîkî ya van nexweşan çawa bû?

Ev pirsên ku dikarin bên zêdekirin, divê di zûtirîn dem de ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve bên bersivandin û raya giştî bê agahdarkirin.

Ji ber ku ev îdia di heman demê de giliyê tawanê ye, divê demildest lêpirsînên dadî û îdarî bên destpêkirin.

Lêkolîna me ya kûr a li ser mijarê dê berdewam be. Em ji raya giştî re radigihînin ku em dê mijarê bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst