Li Wanê ji ber baranê cade û kolanên bajêr di nav avê de man

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê piştî baraneke gur lehî rabû û cade û kolanên bajêr di nav avê de man.

Îro demijimêrên êvarî li Wanê baraneke gur barî.

Ji ber baranê cade û kolanên bajêr di nav avê de man û baranê bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kir.

Otomobîl di çûnûhatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn û tîmên şaredariyê ji bo veguhastina ava li ser cadeyan xebat da destpêkirin.

Baranbarîn li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam dike.

Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand ku dê demjimêrên piştî nîvro yên roja Çarşemê li parêzgehên Erzirom, Qers û Erdedexanê yên Bakurê Kurdistanê jî baran bibare.

Wê rêveberiyê herwihab bangî xelkê wan parêzgehan kir ku li hemberî bûyerên neyînî yên  keşûhewayê yên wek lehî, ba û bahozê û birûskan baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst