Li Dîlokê 3 kes di golê de xeniqîn

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 3 kesên ku ji bo xwe honik bikin ketibûn golê xeniqîn.

Li gorî zanyariyan, îro lo navçeya Şehît Kamîlê ya Dîlokê Burhan Bîlgînê  19 salî û birayê wî Deniz Bîlgînê 12 salî û kesekî bi navê Îsmaîl Uygun ku temenê wî 25 sal in ji bo xwe honik bikin ketin goleke ku ji bo avdana ajelan hatibû çêkirin.

Lê her du û Îsmaîl Uygun piştî demekê ji ber çavan winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên pêwndîdar çûn cihê bûyerê û wan ji bo dîtina wan xebat da destpêkirin. 

Di encama xebatan de termê her sê kesan ji golê hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê her sê kesan veguhastin Bijîşkiya Dadî ya Dîlokê.

Van demên dawî bi zêdebûna pileyên germayê li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst