Li Colemêrgê minîbûs û otomobîlek li hev qelibîn: 15 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê minîbûseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 15 kes birîndar bûn.

Îro li ser rêya sereke ya Colemêrg-Geverê li nêzîkî gundê Manîsê minîbûseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn. 

Di wê qezya trafîkê de 4 kesên di otomobîlê de û 11 kesên di minûbûsê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Li gorî zanyariyan rewşa yek ji birîndaran giran e.

Ji ber bûyerê rêya sereke ya Colemêrgê demekê ji çûnûhatinê re hat girtin lê piştî rakirina her du wesayîtan çûnûhatinê careke din dest pê kir.