کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

BÛYERA CEZAYÎRÊ- Malbat dixwazin cenazeyên xwe vegerînin

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Helebja Sadon
Helebja Sadon09-07-2024

Nûçeyên Têkildar

Vê mehê 56 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketin
Kurdistan22-07-2026

Vê mehê 56 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketin

Piştî 7 salan stasyona Elokê xebitî û krîza avê çareser dibe
Kurdistan22-07-2026

Piştî 7 salan stasyona Elokê xebitî û krîza avê çareser dibe

Nêçîrvan Barzanî pileyên 729 efserên Asayîşê bilind kirin
Kurdistan22-07-2026

Nêçîrvan Barzanî pileyên 729 efserên Asayîşê bilind kirin

Hewlêr (Rûdaw) – 12 koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku 4 ji wan Kurd in, ji tîna di rêya penaberiyê de, li çolên Cezayîrê mirin.

Malbat dixwazin cenazeyên xwe vegerînin lê ji bo vegerandina her cenazeyekî pêwîst e 4-5 hezar dolar bidin rêxistinan da ku cenazeyên wan bibin Rojavayê Kurdistanê. 

Qaçaxçî li gel hevkarekî xwe ku xelkê Cezayîrê ye, bi otombîlekê, 12 koçberan dibe Cezayîrê.

Li çola bêserî û bêbinî ew rêya xwe wenda dikin û êdî nema dizanin bê ka bi kû de diçin.

Ji bilî ku rêya xwe wenda dikin, sotemeniya otomobîla wan jî namîne, bê xwarin û bê av dimînin.

Li wê çolê sîberek jî nîne ku xwe bidin ber wê.

Yek ji koçberên li wê çolê miriye ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û navê wî Xelîl Izet Îbrahîm e.  

Xelîl Izet Îbrahîm ji Kobaniyê berê xwe dide Şamê û ji wir bi vîzayê diçe Lîbyayê û piştre bi qaçaxî hewl dide derbasî Cezayîrê bibe.

Birayê Xelîl Izet Ibrahîm şîna birayê xwe li Hewlêrê daniye.

Kedera birayê Xelîl Izet Îbrahîm zêde ye nikare biaxive.

Li gorî zanyariyan Xelîl Izet 2 caran  zewiciye û bavê 6 zarokan e, ji ber hejariyê berê xwe dide rêya dijwar.

Malbata Xelîl Izet Îbrahîm dixwaze cenazeyê kurên xwe bibe Kobaniyê û li wir veşêrin.

Pismamê Xelîl Izet Îbrahîm Xalid Ibrahîm eşkere kir ku ew dixwazin cenazeyên wan bên vegerandin.

Şivanekî cenazeyê wan dîtiye

Li gorî gotina Xalid Ibrahîm ji bo vegerandina her cenazeyekî 4-5 hezar dolar lazim e.

Cenazeyan dê ji Cezayîrê bibin Libnanê û ji Libnanê jî bibin Helebê û ji wir jî dê bibin Kobaniyê.

Meta Xelîl Izet Ibrahîm Aliya Ibrahîmê jî eşkere kir ku Izet Xelîl malxwêyê 3 malan bû û wî li 3 malan dinêrî.

Xalid Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku her 12 penaber dikevin nava yek otomobîlê ji ber wê avê kêm bi xwe re dibin û li wê çolê ji tînan dimirin.

Xalid Xelîl da zanîn ku cenazeyên wan penaberan ji aliyê şivanekî deveyan ve li çolê hatiye dîtin.

Li gorî gotina Aliya Îbrahîmê 6 zarok 2 jin û pîrejinek li du Izet Xelîl mane.

Xelîl, ji bo dabînkirina jiyaneke baştir ji mal û zarokên xwe, berê xwe dabû Cezayîrê lê niha şîna wî li pêşiya mala birayê wî yê biçûk li Hewlêrê hatiye danîn.

Malbata Xelîl Izet nizanin wê termê birayê xwe bînin yan na.

Helebja Sadon
Helebja Sadon09-07-2024

Nûçeyên Têkildar

Vê mehê 56 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketin
Kurdistan22-07-2026

Vê mehê 56 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketin

Piştî 7 salan stasyona Elokê xebitî û krîza avê çareser dibe
Kurdistan22-07-2026

Piştî 7 salan stasyona Elokê xebitî û krîza avê çareser dibe

Nêçîrvan Barzanî pileyên 729 efserên Asayîşê bilind kirin
Kurdistan22-07-2026

Nêçîrvan Barzanî pileyên 729 efserên Asayîşê bilind kirin

Pirsên