Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê ragihand, “Em di 87yemîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 87emîn salvegera kuştina Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanim, Rêberên Tevgera Neteweyê ya Kurd a Koçgîriyê, daxuyaniyek belav kir.
Ev daxuyaniya PWKyê ye:
“Îro 87yemîn salvegera qetilkirina serok û rêberê netewî yê Tevgera Neteweyê ya Kurd a Koçgîriyê Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanimê ye.
Serokê Tevgera Neteweyî ya Kurd a Koçgîriyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim piştî şikestxwarina Tevgera Koçgiriyê, teslîmî Dewleta Tirkiyeyê nebûn, bi salan li çîyayên Dêrsimê jiyan.
Dewleta Tirkiyeyê li Dêrsimê amadekariya jenosîdeke berfireh dikir û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.
Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herwiha sîxur û nokerê Dewleta Tirkiyeyê bû, roja 9ê Tîrmeha 1937an, serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jê kir û bir teslîmî Dewleta Tirkiyeyê kir.
Heta niha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li kû derê ne.
Em di 87emîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse