Şoriş Ismaîl: Yekkirina hêza Pêşmergeyan stratejiya me ye

09-07-2024
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl bersê dide pirsên rojnamegeran \Raperîn Wêne:Rûdaw
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl bersê dide pirsên rojnamegeran \Raperîn Wêne:Rûdaw
Nîşan Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl Çiwarqurne Raperîn Koalîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl diyar kir ku di warê yekkirina hêza Pêşmergeyan de gavên cidî tên avêtin û ev stratejiya wan e.

Li nahya Çiwarqurneyê ya girêdayî Raperînê şahiya derçûna 8emîn dewreya Koleja Erkan a Çiwarqurneyê hat lidarxistin.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl beşdarî şahiya derçûnê bû û li wir gotarek pêşkêş kir.

Şoriş Îsmaîl beşekî gotara xwe ji reformên Hêza Pêşmergeyan re veqetand.

Şoriş Îsmaîl eşkere kir ku ew gavên cidî ji bo yekxistina hêza Pêşmerge davêjin û ev yek stratejiya wan e.

Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û hêza Pêşmergeyan berdewam dike.

Şoriş Îsmaîl amaje bi wê yekê kir kir ku perwerdeya Pêşmegeyan a li gelek welatên cihanê berdewam dike.

Şoriş Îsmaîl li ser pirsgirêka şandina mûçeya hêza Pêşmerge hêzên ewlehiyê wiha got:

"Budce ji Bexdayê tê, divê îro Komîsyona Hikûmeta Îraqê biçe Wezareta Pêşmerge û yekîneyên 70 û 80ê.

Ez wisa bawer dikim heta 2-3 rojan dê pirsgirêk were çareserkirin û ti pirsgirêkek namîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst