Li Erdexanê banê çend xaniyan li ber ba û baranê ketin

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Erdexan Ba Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Erdexan a Bakurê Kurdistanê ji ber ba û barana zêde banê çend avahiyan hatine xwarê.

Li piraniya bajarên Kurdistanê germahiyeke zêde dest pê kiriye lê li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê di vê çileya havînê de baran û teyrok bariyan û ba rabû, banê hinek xaniyan xirab bû.

Li gor agahiyan, roja 8ê Temuzê 2023an piştî nîvro li parêzgeha Erdexanê baran û teyrokek dijwar dest pê kir û piştre ba rabû. Di encama wê bayê de banê hinek malan xirab bûn û ziyanên madî çêbûn.

Rêveberê Çandê û Geştyariyê yê Erdexanê jî ragihadiye ku di ba û baranê de banê hinek avahiyên di nav Keleha Erdexanê de jî ziyan dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst