341 heciyên din ên ji Herêma Kurdistanê dê îro vegerin

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Hec Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro 341 heciyên din ên ji Herêma Kurdistanê bi rêya Firokexaneya Hewlêrê vedigerin.

Rêveberê Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Niyaz Neqşbendî ragihand, îro Yekşemê di demjimêr 20:00an de 341 heciyên ji Herêma Kurdistanê dê bi rêya Firokexaneya Hewlêrê vegerin ku heciyên Hewlêrê û Duhokê ne.

Niyaz Neqşbendî destnîşan kir ku heta 14ê vê mehê wê hemû heciyên Kurdistanê vegerin û roja Duşemê jî dê 144 heciyên din vegerin.

Îsal 4 hezar û 685 welatiyên ji Herêma Kurdistanê ji bo Hec serdana Erebistana Siûdiyê kiribûn ku 690 ji wan bi rêya bus û yên din jî bi rêya asmanî çûbûn, xerciyên hecê bi îsal bi rêya busan 3 hezar û 800 dolar bûn û bi rêya asmanî 4 hezar û 500 dolar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst