Li Avaşîn-Basyanê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Zap Avaşîn PKK Leşkerên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên di nava sînorên Herêma Kurdistanê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew her du leşker li herêma operasyona Pençe-Şîmşekê di encama gulebarana endamên PKKê de hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de nasnameya her du leşkeran jî hatiye aşkerekirin û navê yekî Hasan Taş û navê yê din Furkan Gûnergok e.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje, her du leşker li qada operasyonê di êrîşa PKKê de bi giranî birîndar bûbûn, û bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst