Li Bakurê Kurdistanê ciwanekî 18 salî di çem de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ciwanek bo avjeniyê ket çem û xeniqî.

Li gor agahiyan, li gundê Xisxis ê navçeya Misircê ya ser bi Sêrtê ve ciwanê bi navê Veysî Ulukan yê 18 salî tevî hevalên xwe bo xwe hênik bikin xwe davêjin Çemê Garzan û avjeniyê dikin.

Piştî demekê Veysel Ulukan di nav çem de li ber çavan winda dibe.

Li ser agahdarkirinê, tîmên hawarçûnê û AFADê yên binavê û cendirme bo cihê bûyerê tên şandin. Di encama xebata tîman û alîkariya welatiyên navçeyê de, termî Veysî Ulukan yê 18 salî hat  dîtin.

Bo encamdana otopsiyê termê Veysî Ulukan radestî tîmên hawarçûnê hat kirin.