Li Erzinganê minibusekê qeza kir: 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar in

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Erzingan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Erzingan a Bakurê Kurdistanê minibusekê qeza kir, di encamê de 4 kesên mirovên hev canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn ku çend ji wan zarok in.

Li gor agahiyan li ser rêya parêzgehên Erzîngan û Sêwasê minibusek wergeriyaye û li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku şofêrê minibusê û 3 kesên din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û çend ji wan zarok 10 kes jî birîndar bûne, kesên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan kesên di nav minibusê de mirovên hev bûne û ji bo şahiya zewacê li Stenbolê bûne û dema vedigeriyane parêzgeha Erzeromê bûyer çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst