Li Şirnexê termekî daleqandî ku îşkence lê hatiye kirin hat dîtin

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Qilaban Şirnex Bedirhan Kîlîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê termê zilamekî ku bi darê ve hatibû daliqandin û îşkence lê hatiye kirin, hat dîtin.

Li gor nûçeya DHAyê, cenaze duh danê êvarê li gundê Kolikê yê navçeya Qilabanê hatiye dîtin.

Hatiye ragihandin ku term ê zilamekî bi navê Bedirhan Kîlîm ê 30 salî ye ku dema du rojan bû wenda bûbû û tiştek ji çarenivîsa wî nedihat zanîn.

Cenaze di demekê de hat dîtin ku bi darê ve daliqandî bû û şopên îşkenceyên li ser laşê wî hatin dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û cendermeyan çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînê hat kirin.

Li gorî lêkolîna destpêkê hatiye tespîtkirin ku cenaze yê şofêrê barhilgirekê yê bi navê Bedirxan Kîlîm e û li ser laşê wî şopa kêran û îşkenceyê heye.

Herwiha li gor lêkolînan, destê wî kesî li pişt ve hatibûne girêdan.

Cenazeyê wî ciwanê 30 salî ji bo karûbarêb otopsiyê birine morga nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst