PYNK û ENKS li ser rawestiyana danûstandinan hev tometbar dikin

09-07-2022
Şeş gerên danûstandinan di navbera ENKSê û PYNKê de hatin encamdan, lê heta niha li ser zeviyê ti encameke wan danûstandinan nehatiye dîtin
Şeş gerên danûstandinan di navbera ENKSê û PYNKê de hatin encamdan, lê heta niha li ser zeviyê ti encameke wan danûstandinan nehatiye dîtin
Nîşan ENKS PYNK Rojavayê Kurdistanê Diyaloga Kurdî-Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê ev demek e ku danûstaninên Kurdî-Kurdî di navbera Partiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurd (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rawetiyane. Her yek ji wan aliyan sedemê wê rawetanê dixin sitûyê hevdu.

Danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di navbera ENKSê û PYNKê de, gihiştine rêyeke girtî, ku her aliyek ji wan yê din bi sedema rawestana danûstandina tometbar dike.

Sekreterê Partiya Çepa Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo di vê derbarê de ji Rûdawê re got, ji ber nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de, hêviya wan bi danûstandinan nemaye û nîşan bi wê yekê jî da ku, hin aliyên Kurdî dibêjin Tirkiyê tenê dijmina aliyekî Kurd e.

Sekreterê Partiya Çepa Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo got: “Diyaloga Kurdî-Kurdî ne tenê rawestiya ye, ez bawer nakim ku destpê bike jî. Heta niha helwesta Kurdî li hemberî êrişên dijminan nebûye yek. Hin alî dibêjin ku dewlat Tirk ne êrişî Kurdan dike, lê dewleta Tirk bixwe dibêje em qebûl nakin siwaneke Kurdî hebe.”

Endamê Polîtbîroya PDKSê Neşet Zaza jî derbarê heman mijarê ji Rûdawê re axivî û got: “Sedema rawestana danûstandinan di navbera aliyên Kurdî de, aliyê ser bi Rêveberiya Xweser e.”

Endamê Polîtbîroya PDKSê Neşet Zaza dibêje: “ENKS her tim helwesta xwe daye diyarkirin ku ew ji bo her danûstandineke bikeve xizmeta xak û gelê me amade ye. Lê diyar e aliyê din heta niha jî bawerî bi şirîkatî û danûstandinan nîne û ew dikarin her alî re danûstandinan bikin lê nikarin aliyên Kurdî re bikin. Lewma ev nêzîkî sale û nîv e danûstandin hatine rawestandin.”

Ji sal û nîvekê ve, şeş gerên danûstandinan di navbera ENKSê û PYNKê de hatin encamdan, lê heta niha li ser zeviyê ti encameke wan danûstandinan nehatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst